Tebax 15, 2020 22:30 Asia/Tehran
  •  58 malbatên DAIŞê ji Kampa Holê bo kampeke ser sînor hatin veguhastin

ayişê Rojava bi dehan malbatên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê ya li Hesekê bo kampeke din a li Dêrikê veguhastin.

  Şêxmûs Ehmed, Berpirsê Kampan û Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan li Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re ragihand ku 58 malbatên terorîstên DAIŞê ku ji 166 kesan pêk dihatin ji Kampa Holê ji bo Kampa Roj a li nêzikî Dêrikê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê veguhastin û got ev jî, “ji bo ku zexta li ser Kampa Holê bê kêmkirin. Ji ber ku hejmareke mezin ji malbatên çekdarên DAIŞê tê de bûn.”

Berî ku ev malbat bên veguhastin Kampa Roj hat firehkirin û ew dê di nav kampê de li cihekî cuda bên bicihkirin û biryar e malbatên zêdetir jî bo wê kampê bên veguhastin.

Hêzên asayişê li ser bûyera şeva Çarşemê derbasbûyî ku grûpeke çekdar li nav Kampa Holê êrişek pêk anîbû, ketine rewşa amadebaşiyê.

Şêxmûs Ehmed herwiha ragihand ku “ew çekdarên êrişkar ji beşa Iraqî ya kampê bûn, cilên jinan li xwe kiribûn û  wê grûpa çekdar, çekên bêdeng bikar anîn û di encamê de 2 kes birîndar bûn li nav kampê, lê ziyan negihişt ti kes ji hêzên asayişê”.

Şêxmûs Ehmed got, hêzên asayişê rûbirûyê êrişê bûn û ew êriş têk birin, lê li kampê tedbîrên emnî hatin girtin ji bo ew grûpa çekdar bê girtin û lêkolîn derbarê bûyerê de jî hat destpêkirin ku sedema êrişê zelal bikin û aramiyê vegerînin kampê.

Rêxistina UNICEF ya Zarokan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihand ku li Kampa Holê, di kêmtirî hefteyekê de, 8 zarok ku temenê wan kêmtirî 5 salan e mirine.

Serepeyv