Li Şehbayê di navbera hêzên Kurdî û çeteyên Tirkiyê de şer derket
Li navçeya Şehbayê şeva derbasbûyî di navbera hêzên Kurdî û grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê (çeteyan) de şer û pevçûn derketin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de li derdora hersê gundên Malikiyê, Merhenaz û Mêremîn derketin.
Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên şer û pevçûnan nehatine belavkirin.
Ji aliyekî din ve, roja înê, firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê li gundê Kefer Cenê, ser bi nahiyeya Şera kete xwarê.
Li gor çavkaniyên xwecihî, tîmên teknîkî û paşê jî Îstixbarata Tirkiyê gihiştibûn cihê bûyerê û parçeyên wê dronê berhev kiribûn.
Herwiha revandin û girtina hemwelatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrînê berdewam e.
Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê li Sûriyê ragihand, grûpa Liwaya Weqas 3 kes girtin û grûpê daxwaza fidyê dike ji bo ku sê hemwelatiyên Kurd ku ji roja 9 Tebaxê ve girtine, azad bike.
Li gor heman çavkaniyê ew her sê kes ji gundê Hîkciyê yê ser bi Cindirêsê ve ne û ew birine cihekî nediyar.
Li gor heman çavkaniyê navê wan her sê kesan, Mihemed Sebrî yê temen 58 salî, Fewzî Sebrî yî 56 salî û Hesen Sebrî yê 49 salî. Heta niha ew hersê kes girtî ne û nehatine berdan.