Bişar Esed: Artêşa Sûriyê serketinin mezin pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318226-bişar_esed_artêşa_sûriyê_serketinin_mezin_pêk_anîn
Serokomarê Sûriyê got ku artêşa vî welatî di hemî qonaxên şerê dijî têrorîsmê da, li kêleka gelê Sûriyê rawestiya û serketinin mezin pêk anîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2020 08:45 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Artêşa Sûriyê serketinin mezin pêk anîn

Serokomarê Sûriyê got ku artêşa vî welatî di hemî qonaxên şerê dijî têrorîsmê da, li kêleka gelê Sûriyê rawestiya û serketinin mezin pêk anîn.

Li gorî rapora SANA Newsê, Bişar Esed Serokomarê Sûriyê roja Şemiyê bi boneya heftî û pêncemîn salvegera damezirandina artêşa vî welatî got: Destkeftên artêşê di heyama zêde ji 9 salan şerê dijî têrorîsmê aşkira ne û di vî şerî da koledar û zorbêjan cûreyên tirsandin û destdirêjiy li dijî Sûriyê û gelê wê ya mayînde pêk anîn.

Bişar Esed destnîşan kir: Hêzên artêşê li dijî hêzên şerxwaz û têrorîsm sekinîn û li nava pirsgirêk û şêrr da selimandin ku fîdakar û mêrxas in.

Serokomarê Sûriyê hêzên artêşa welatê xwe vexwend ku vê riya ronî, mêrxasî û fîdakariyê jibo "azadkirina tam a axa vî welatî ji destên têrorîstan" bidomînin.