Qeyrana av û elekterîkê li Kobaniyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i359070-qeyrana_av_û_elekterîkê_li_kobaniyê
Xelkê gundê Zîrekê li başûrê Kobaniyê basa dewama heft mehan qutbûna elekterîkê û dûhatên wê li ser jiyana xelkê dikin.
(last modified 2026-07-19T13:44:24+00:00 )
Tîrmeh 19, 2026 09:13 Asia/Tehran
  •  Qeyrana av û elekterîkê li Kobaniyê

Xelkê gundê Zîrekê li başûrê Kobaniyê basa dewama heft mehan qutbûna elekterîkê û dûhatên wê li ser jiyana xelkê dikin.

Xelkê gundê Zîrekê li başûrê Kobaniyê dibêjin eva ku xelk nikare avê ji bîran bikişîne, xelkê ji hêla ava vexwerinê û avdaniya zewiyan xistiye ber pirsgirêkên cidî û gelekan neçar kiriye ku şêwazên kevn ji bo dabînkirina avê û hênikxwedîkirina wê bi kar bînin. Herwiha qutbûna elekterîkê bûye sedema hişkbûna bax û zewiyên cotkariyê û zêdebûna pirsgirêkên ji bo debara jiyanê. Germaya zav a havînê jî şert û mercan ji bo zarok û malbatan dijwartie kiriye. Xelkê vî gundî ku nêzî 70 malbat in dibêjin tevê daxwezên berdewam ji berpirsên herêmê ji bo ji holêrakirina qeyrana av û elekterîkê, heta nika ti kareke bibandor nehatiye kirin.