Tîrmeh 29, 2020 18:47 Asia/Tehran
  • Ji bo pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê

"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" li gorî biryara 86`an 10 roj qedexeya derketina derve li herêma Cizîrê ferz kir. Destpêkirina pêkanîna biryarê ji rêveberiya herêma Cizîrê re hişt.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Di hefteya derbasbûyî de "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" tekez kir ku 8 rewşên Koronavîrusê li herêma Cizîrê derketine, her wiha bi dehan kesên biguman jî hene. Ji ber wê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî biryara 86`an qedexeya derketina derve li herêmê ferz kir.

Li gorî biryarê ku Rêveberiyê li ser malpera xwe ya fermî belav kir, qedexeya derketina derve li herêma Cizîrê ferz kir, dema destpêkirina pêkanîna biryarê ji aliyê rêveberiya herêmê ve dê were diyarkirin.

Li gorî biryarê, tevgera veguhastinê di navbera bajarên herêma Cizîrê de û herêmên rêveberiyên din de ji bilî tevgera bazirganiyê, hate qedexekirin. Her wiha kombûn û cihên avjeniyê û qehwexane, tevgera basan di hundirê bajaran de, hatin qedexekirin.

Tê payîn ku bergiriyên nû ji roja yekemîn a cejna Qurbanê ve dest pê bikin.

Her wiha ŞRêxistina bi navê "Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê" ragihand ku ji sibê (pêncşemê) ve çûn û hatina di navbera bajar û navçeyan de ji bilî rewşên awarte, qedexe ye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Rêxistina bi navê "Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê" ragihandiye: "Bi berdewama belavbûna şewba Koronayê re, nexasim piştî ku nexweşên vîrusê li herêma Cizîrê hatin tespîtkirin ku heta niha 18 kes in, her wiha ji ber xeteriya Koronavîrusê li ser jiyana welatiyan û ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewbê û parastina tendurstiya şêniyên herêmê, Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ev tedbîr girtin:

1-Çûn û hatina di navbera bajar û navçeyan di dema betlaneya Cejna Qurbanê de ji bilî rewşên awarte, qedexe ye.

2-Kombûnên wekî (şahî, sersaxî, parkên giştî, cihên geştiyarî, cihên olî, melevangeh, holên sporê, xwaringeh û hwd..), tên qedexekirin.

3-"Zanîngeha Rojava", navendên perwerdiyê, danîngeh û baxçeyên zarokan heta derketina biryareke din, tên taloqkirin.

4-Hemû rewşên bi guman ku pêwîstiya wan bi navendên tenduristiyê tune ye, dikevin karantînaya malê.

5-Divê li hemû cihan pîvanên dûrbûna civakî bên pêkanîn û xwediyên dikan, firne û hwd.. tedbîrên xweparastinê bigirin.

6-Hemû serdanên girtîgehan tên qedexekirin.

7-Erebeyên veguhestina hundirîn ên di nava bajaran de tên rawestandin.

8-Biryar ji 30`ê Tîrmeha 2020`an (pêncşemê) ve dikeve meriyetê.

Ji bo parastina  tenduristiya  gelê me, divê her kes biryar û tedbîrên xweparastinê pêk bîne. Her wiha em  Cejna Qurbanê li tevahî gel pîroz dikin û tekeziyê bi pêkanîna biryaran û pîvanên dûrbûna civakî di dema cejnê de, dikin"

 

 

Serepeyv