Li Kobanê dîmenên galaksiya Rêya Kadiz
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i317966-li_kobanê_dîmenên_galaksiya_rêya_kadiz
Dema ku mirov li Kobanê wêneyên galaksiya Rêya Kadiz temaşe dike, xweza û asîman bi hevre bi melodiyek bêdeng rê hildide û mirov di nava xewn û xeyalan de mest dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 24, 2020 05:47 Asia/Tehran
  • Li Kobanê dîmenên galaksiya Rêya Kadiz

Dema ku mirov li Kobanê wêneyên galaksiya Rêya Kadiz temaşe dike, xweza û asîman bi hevre bi melodiyek bêdeng rê hildide û mirov di nava xewn û xeyalan de mest dike.

Li gorî nivîsa Malpera Diyarname'yê ji zarê Hawar Newsê (ANHA), Di navbera Gulan û Cotmehê de li piraniya deverên cîhanê wêneyên galaksiya Rêya Kadiz yên herî sade têne kişandin. Wênekêş dûrî herêmên niştecihbûnê diçin da ku ji ronahiya lempeyan xilas bibin û wêneyên herî xweşik bikişînin.

Dema ku mirov di êvareke lal û bê deng de li şopa kadiz temaşe dike, hest serobinê hev dibin. Li aliyekî xweşikbûyîna asîman li aliyekî bedengiya şevê di nava xeyn û xeyalên welat de gerînokek despê dike.

Li asîmanan çiruskên agir û şopa kadiz wekî wêneye ke ku straneke bi melodiya bêdeng xwe dide guhdarkirin di nava xewn û xeyalên mirov de rê hildide.