Nunerê Sûrîyê li NY: Bila boykotên zalimane yên dijî Sûrîyê bên rakirinê
Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY di civîna Civata Ewlehîyê ya wê sazîyê de têkildarî şandina alîkarîyên mirovdostîyê bo Sûrîyê got: Ji destpêka şerê têrorîstî yê dijî Sûrîyê ve heta nika, dewleta welatê min hemî hewla xwe jibo piştgirîya mirovî ya bêyî cihêrengîyê daye.
Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY Bişar Ceiferî herwiha got: Hin welatên endamê Civata Ewlehîyê ya NY xwazyarê dirêjbûna qeyranê li Sûrîyê ne. Navenda pêngavên mirovdostîyê li Sûrîyê tenê Şam e ne welatên cînar. Çêtirbûna rewşa mirovî li Sûrîyê hewcedarê piştgirîyên navnetewî û rakirina boykotên aborî yên yekalî û zalimane yên dijî gelê Sûrîyê ye.
Ceiferî herwiha pêgirî kir: Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostîyê ya NY dibe sebeb ku alîkarîyên mirovdostîyê bigihêjin destê rêxistîyên têrorîst.