Rexnekirina Sûriyê ji bêdngiya Konseya Ewlehiya Navneteweyî derheq terorkirina serdar Silêmanî
Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) duh êvarê bêdngiya Konseya Ewlehiya Navneteweyî derheq terorkirina serdar Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê ji aliyê Amerîkayê ve rexne kir.
Nûnerê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Beşar Ceferî li rûniştina Konseya Ewlehiya Navneteweyî ya ji bo Hevkariya di çarçova Aştî û Ewlehiya Navneteweyî de kiryara terorîstî ya Amerîkayê ji bo terorkirina Serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê şermezar kir û got: Çima ev Konseya derheq terorkirina fermandeyên dercebilind ên îranî û iraqî ku şerê dijî terorîstan yên wekî DAIŞê û Bereya El-Nusre li navçê dikirin, xwe bê deng kiriye.
Ceferî herwiha bêdengiya Konseya Ewlehiyê ya NY derheq desdirêjiyên Amerîka, Tirkiye, Fransa û Brîtanyayê ser axa Sûriyê û dagîrbûna hin beşên axa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ku bûye sedema awarebûna hezaran kesan li bakura Sûriyê rexe kir û ev karê vê konseyê sebeba ecêbmayînê da zanîn.
Serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê sibeya roja înê sêyemê Çileya 2020 ku ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, ligel Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê ketin ber êrişa hewayî ya artêşa terorîst û dagîrker a Amerîkayê û şehîd bûn.