HSDê bo vegerandina hinek deverên Serê Kaniyê dest bi operasyonê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312057-hsdê_bo_vegerandina_hinek_deverên_serê_kaniyê_dest_bi_operasyonê_kir
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li navçeyên nêzîkî Serê Kaniyê, bo vegerandina hinek gund û navçeyan dest bi opersyonekê kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2020 08:27 Asia/Tehran
  • HSDê bo vegerandina hinek deverên Serê Kaniyê dest bi operasyonê kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li navçeyên nêzîkî Serê Kaniyê, bo vegerandina hinek gund û navçeyan dest bi opersyonekê kiriye.

Li gor ragihandina malpera Rûdawê li bakura Sûriyê duh Çarşemê, ji saet 19:00ê ve, bi dema Qamişlo, Hêzên Sûriya Demokraîtk, li herêma navbera Til Temir û Serê Kaniyê, dest bi operasyonekê kiriye.

Li gorî zanyariyên xwecihî, mebest ji wê operasyonê vegerandina wan gund û navçeyan  e, ku hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ew deverana dagîr kirine, bi taybetî yên nêzîkî Rêya M-4.

Rûdawê herwiha ragihand ku hêzên HSDê gundê Menax, ku dikeve navbera Til Temir û Serê Kaniyê ji destê hêzên çekdar derxistiye û kontrol kiriye.

Her li gorî zanyariyan jî, hêzên HSDê bi tena xwe, bi bêyî beşdarbûna hêzên hikûmeta Sûriyê, wî şerî dikin.

Tê zanîn ku gundê Menax berî niha ketibû bin destê grûpên çekdar ên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê.