Mezlûm Kobanî bi endamên ENKS ra hevdîtin pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310182-mezlûm_kobanî_bi_endamên_enks_ra_hevdîtin_pêk_anî
Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) digel endamên desteya ENKS hevdîtin û gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2019 04:07 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî bi endamên ENKS ra hevdîtin pêk anî

Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) digel endamên desteya ENKS hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) digel endamên desteya ENKS hevdîtin û gotûbêj kir..

Li gorî nivîsîna KRD Newsê, Li pey peyamên vê dawiyê yên Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) derbarê yekîtî û beranberiya siyasî ya partî û tevgerên Kurd ên Sûriyê, yekem têkilliya ciddî navbera fermandetiya HSD digel tevgerên dijber pêk hatiye û desteya tevgera bi navê ENKS bi Mezlûm Kobanî ra hevdîtin pêk anî.

Mezlûm Kobanî demek beriya niha bi armanca pêkanîna yekîtî û beranberiya siyasî navbera Kurdên Sûriyê ji Mesûd Barzaniyê serokê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê jî xwest ku rola xwe di vê yekîtiya siyasî da bilîze.