Xelkê Yemenê bi xwenîşandanekê piştgirî da Filistînê
Sibat 06, 2026 13:26 Asia/Tehran
Bi sedan welatîyên yemenî li şarê Se`deyê daketin kolanan û bi xwenîşandaneke berfire piştgirî dan gelê Filistînê.
Gelê Yemenê li gorî bangewazîya Rêberê Ensarullahê ji bo piştgirîya ji Filistînê û amadebûna ji bo şêrr himber Rejîma Sîyonîst a dijmin daket kolanan. Ev xwenîşandana ser navê ``piştgirîya ji gelê Filistînê, em ji bo dewra bê ya cengê amade ne`` hat lidarxistin.
Welatîyên yemenî li Meydana Seb`în a Sen`ayê û meydanên din ên şarên curbicur ên Yemenê jî dest bi xwenîşandaneke wiha kirin. Beşdarîya bi sedan hezar kes ji gelê Yemenê di mesa îro da, amadebûna gelê Yemenê ji bo dewra bê ya şerê himber Rejîma Sîyonîst u hevpeyman û şirîkên wê diselimîne.