Êrişên esmanî yên Rejîma siyonîst ser başûrê Libnanê
Çile 26, 2026 21:21 Asia/Tehran
Artêşa Rejîma siyonîst 14 êrişên hewayî dijî navçeyên sînorî yên başûrê Libnanê pêk anî.
Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan 10 ji van êrişan bilindahiyên Meydan û Cibûrê, 2 navçeyên Wadî Berxez û 2 jî Kesare Erûş di navbera bilndahiyên Reyhan û Ellewîzê li başûrê Libnanê kirin armanc.
Herêmên ku ketine ber êrişan çiyayî ne ku pêştir jî çendîn caran li pevçûnên sînorî ketin ber êrişan. Salek li ser rêkeftina ku biryar bû Rejîma siyonîst şer li dijî Libnanê rawestîne derbas dibe lê rastiya meydanî tiştek ji bilî dewama êrişên vê rejîmê bi binpêkirina yekpeçetiya axa Libnanê nebûye.