Ji ber berfa giran li Efxanistanê hin kesan jiyana xwe ji dest dan
Çile 24, 2026 18:05 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê candayîna hin kesan li navçeyên curbicur ên Efxanistanê ji ber berf û baranê agahî dan.
Mihemed Yûsif Hemad rayedarekî beşa alîkarîgîhandinê yê Exanistanê got ku di encama barîna bef û barana giran û sir û seqema giran li wilayetên Perwan, Bamiyan, Meydana Werdek, Qendehar, Cozcan û Faryabê heta niha 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Her wiha li Qendehara Efxanistanê 9 zarok ji ber baran û bayên tund jiyana xwe ji dest dan. Vê parêzêgehê gelek ziyan dîtiye.
Li wilayeta Nûristanê jî ji ber hezaza erdê li gundê Qureyşê sê endamên malbatekî canê xwe ji dest dan û du kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyeke din ji ber reniyê li Pakistanê jî deh kes bûne qurbanî.