Rêberê Ensarullaha Yemenê: Rola Amerîkayê di destdirêjîya ser Yemenê da zelal e ş
Çile 22, 2026 20:28 Asia/Tehran
Rêberê Ensarullaha Yemenê got: Destdirêjîya ser Yemenê li gorî plana Amerîka, Ingilîs u Rejîma Sîyonîst u ji hêla hevalbendîya bi serkêşîya Erebistanê va bi cih hatîye.
Seyîd Ebdulmelik Bedreddîn pêgirî kir ku çavkanîyên berfire yên niftê nemaze li parêzgehên Hezer Mût u Mohreyê u cîgeha sitratejîk a Yemenê hegera sereke ya çavberdana welatên destdirêjker ser vî welatî ne. Wî hişyarî da ku heke Yemen bi tamî were dagirkirin, welatên destdirêjker yê cîgeha erdnigarîk a Yemenê ji bo avakirina binkeyên leşkerî u pêşdabirina armancên koledarîyê yên xwe bi kar bînin. Wî herwiha got: Rola Amerîkayê di destdirêjîya ser Yemenê da hema ji rojên destpêkê va heta nika tam zelal bûye u nayê inkarkirin.