Çile 21, 2026 18:12 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Pakistanê ser sekinîna rex gelê Îranê

Wezîrê Berevanîyê yê Pakistanê di dewama helwestên piştgirane yên welatê xwe têkildarî Komara Islamî ya Îranê da, careka din himber fitneyên welatên rojavayî û Rejîma Sîyonîst pişta Têhranê girt.

Xwace Mihemed Asif di hevdîtina tev Balyozê Îranê yê Pakistanê da got ku Islamabd fi her rewşekê da bi awayekî tewqil li rex Têhranê radiweste û dîyar kir: Îran cînar u birayê Pakistanê ye û peywendîyên di navbera her du welatan da taybet in. Wezîrê Berevanîyê yê Pakistanê herwiha got: Îranê ti plan an helwesteke êrişkerane himber welatên din tineye, lê gefa Rejîma Sîyonîst her kesî digire ber xwe.

 

 

Serepeyv