Êrişên berfireh ên Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê
Çile 19, 2026 12:34 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê destdirêjiyên dubare yên dagirkerên sîyonîst ser başûrê Libnanê de agahî dan.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, kanala Cezîreyê derbarê destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Wadî Berqezê li başûrê Libnanê agahî da.
Hatiye ragehandin ku navçeya Mehmûdiyê li başûrê Libnanê jî ketiye ber êrişên dagirkerên Qudsê. Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst jî derdora bajarokê Kefermilkî, bajarokê Ensar û derdora bajarokê Zirariyê li başûrê Libnanê bombebaran kirin. Artêşa Rejîma Siyonîst bona rewakirina binpêkirina berdewam a peymana agirbesê û biryarnameya 1701 a Konseya Emnî idia kiriye ku armancên Hizbullahê li başûrê Libnanê dide ber êrişan.