Kanûn 11, 2025 21:49 Asia/Tehran
  • Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê: Siyonîstan heta li jinên ducanî jî rehm nekirin

Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê di axaftina xwe ya bi boneya Roja Jinan de tevî amajeya bi 'Kuştina bi hezaran jinên misilman li Filitînê, di nav de jinên ducanî, salmezin û zarokan' ji aliyê Îsraîlê ve, bi tundî rexne li siyasetên Til Avîv û piştevanên wê yên navçeyî girt.

Seyîd Ebdulmelik Bedreddîn Hûsî Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê  di axaftina xwe de tevî rexneya ji 'nifûz û bandora berfireh a zilhêzên derveyî li Cîhana Îslamê' got ku dijminan 'pirraniya hikûmetan û gelek miletên îslamî xistine bin desthilata xwe.'

Li gorî gotina wî, serwet û samana welatên îslamî bo çavkaniya qazanca biyaniyan, erdên wan bûne binkeyên leşkerî yên zilhêzên derveyî û hêza mirovî ya van welatan bûye amûrek ji bo xizmetguzarîyan wan û di bin fermana wan de.

Serepeyv