Mijdar 24, 2025 14:27 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser Zahiyeyê de 33 kes şehîd û birîndar bûn

Heysem Elî Tebatebayî, yek ji ferandeyên bibandor di şerrên mêhwera Berxwedanê dijî komên terorîst û rejîma Dagirkirê Qudsê, şeva buhurî di encama êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser Zahiyeya Başûr a Bêyrûtê li gel hinek ji hevalên xwe şehîd bû.

Hizbullaha Libnanê ragihand di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser avahiyekî li Zahiyeya Bêyrûtê de, 4 kesên li gel şehîd Heysem Tebatebayî şehîd bûne.  ji ber şehîdbûna Heysem Elî Tebatebayî, fermandê Hizbullaha Libnanê, di encama êrişa terorîstî ya Rejîma Siyonîst ser Zahiyeyê de, komên Berxwedanê ji bilî şermezarkirina tund a vê êrişê, hevdiliya xwe bi Berxwedana Libnanê re ragihandin.

Tevgera Nuceba ya Iraqê di daxuyaniyekî de ragihand: Ev êrişa xirabiya projeya siyonîstan a bona têkbirina aramiya navçê nîşan dide.

Tabûrên Îzedîn Qesam, baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê, jî wek berteka li hember şehadeta vî fermanê Hizbullahê ragihand: Terorên Rejîma Siyonîst lawazî û hovîtiya wê nîşan didin û qet wê vîna Berxwedanê lawaz nekin. Seraya El Quds, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî di daxuyaniyekî de pêgîrî kir: Em soz didin ku rêya şehîdan û cîhadê û berevaniya ji Filistînê û pîrozbahiyên wê heta azadkirin û ramalîna wê ya tam ji Siyonîstên dagikir bidomînin.

Tevgera Ensarullaha Yemenê jî wek berteka li hember şehadeta fermandê binavbang ê Hizbullahê ragihand ku Rejîma Siyonîst bi cinayetên xwe yên tirsonek nikare vîna Berxwedanê têk bide û lawaz bike.

Serepeyv