Mijdar 04, 2025 21:16 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara qurbaniyên erdheja li Efxanistanê

Di encama erdheja li Efxanistanê de heta niha 40 kes hatine kuştin û 700 kes jî birîndar bûne.

Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li navçeyên erdhejlêketî berdewam dikin û renge hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. Piştî vê erdhejê, gelek welat û rêxistinên curbicur tevî diyarkirina hevxemiya xwe, alîkariya mexdûrên erdhejê jî kirine. Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî di peyamekê de hevxemiya xwe bo hikûmet û  gelê Exanistanê anî zimîn û got: Îran amadebûna xwe bo şandina bilez a alîkariyên mirovî bo navçeyên erdhejlêketî radigehîne. Erdhejeke bi giraniya 6.3  rîştêrê şeva Yekşemê bajarên bakurê Efxanistanê hejand.

Serepeyv