Sekreterê Giştî yê Hizbullahê: Berxwedana hêmaya xurtbûna Libnanê ye; Amerîka ne navbeynkarekî bêalî ye
Mijdar 01, 2025 14:19 Asia/Tehran
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê pêgirî kir ku Amerîka ne navbeynkarekî bêalî ye; belkî piştgirê rejîma destdirêjker a sîyonîst û zêdexwazîya wê ye.
Şêx Ne`îm Qasim Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê di merwaqsimekê de li başûra Beyrûtê got: Her perçeyeke Libnanê beşek ji vî welatî ye û erd u ax yê gelê wî ye. Kesên ku li ber xwe didin, erdê xwe distînin û kesên ku ser da lihev tên, wî ji dest didin.
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê herwiha got: Amerîka idia dike li Libnanê ji bo çarserkirina pirsgirêkan dikeve dewrê, lê Amerîka ne navbeynkarekî bêalî ye; belkî piştgirê rejîma destdirêjker a sîyonîst û zêdexwazîya wê ye.