Dewama dagirkeriya leşkerên siyonîst li axa Sûriyê
Çavkaniyên herêmî li parêzgeha Quneyterê derbarê ketina dubare ya leşkerên siyonîst nav herêma Til Ehmer û gundê Ofaniyayê li derdora bakurê vê parêzgehê li başûrê Sûriyê agahî dan.
Çavkaniyên herêmî li parêzgeha Quneyterê li Sûriyê îro bi ragihandina ketina geşteke leşkerî ya girêdayî artêşa Rejîma Siyonîst nav Til Ehmerê li derdora bakurê Quneyterê tekez kirin ku tevgerên leşkerî yên nû yên rejîma siyonîst li derdora Quneyterê û bêdengiya hikûmeta demkî ya Colanî li hember van dagirkeriyan, gelê Sûriyê dilnîgeran kiriye.
Televîzyona Hikûmeta Sûriyê jî ragihand ku çar tank û çend wesayîtên leşkerî yên Rejîma Siyonîst ketine gundê Ofaniyayê û şeş wesayîtên zirxî û wesayîteke pêmera mikanîkî ya leşkerî ketine herêma Til Ehmerê.
Medyaya herêmî jî duh ragihand ku hêzên dagirker ên Rejîma Siyonîst ketine gundê Kom Muheyresê li derdora Quneyterê û ser rêya Şamê xalek kontrolê danîne û tekez kirin ku siyonîstan li dora herêma Cebasa Xeşebê li nêzîkî baregeheke leşkerî ya xwe ku wan vê dawiyê ava kiribûn jî mayîn çandine.