Amadetiya Hizbullaha Libnanê jibo berevaniya vî welatî
Şêx Neîm Qasim, Sersekreterê Hizbullaha Libnanê tekez kir ku piştgiriya ji bereya Berxwedanê li Zîvala Xezzeyê kiryar û biryarek rast û guncaw bû. Wî her wiha tekez kir: Ger şerek li ser me were sepandin em amadeyî berevaniyê ne.
Şêx Neîm Qasim, di yekemîn salvegera wergirtina posta xwe wekî Sersekreterê Hizbullaha Libnanê got: Nnedihat qebûlkirin ku dijminê bicihbûyî li sînorên me berxwedana li Xezzeyê ji nav bibe û piştre here herêmên din, lewma beşdarbûna me di vî şerî de ji babet exlaqî, siyasî, îmanî û baweriyê ve rast û guncaw bû û ger ev bûyer dîsa biqewime, em ê vê kiryarê li ser bingeha heman prensîban dubare bikin. Sersekreterê Hizbullaha Libnanê got: Em, wekî bereya berxwedanê, amadeyî berevaniyê ne, ne ku şer bidin destpêkirin, lê ger şer ser me de were sepandin em ê li himber dijminê siyonîst rawestin. Wî tekez kir: Me biryar daye ku heta nefesa dawîn berevanî û berxwedanê bikin û ger dijmin bixwaze, bixwe dikare hewl bide ku berxwedanê bêçek bike. Mihemed Reid, serokê firaksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parlemana Libnanê, di axiftinekê de tevî şermezarkirina dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser axa Libnanê tekez kir ku kilîlê ewlehî û aramiya Libnanê ne di qebûlkirina şertên dijmin de ye, belku di neçarkirina wê jibo cihanîna sozan û rawestandina destdirêjiyan da ye.
Wî got: Kesên ku hewl didin Berxwedanê narewa nîşan bidin û wê wekî sedem û sebeba êrişên dijmin bidin nasandin, şaş bûne ji ber ku sedema êrişên dijmin timakariyên jibo teslîmbûna Libnanê ne .
Îbrahîm Mûsewî, endamê firaksiyona Emekdariya bo Berxwedanê li parlemana Libnanê, tevî şermezarkirina êrişên berdewam ên Rejîma Siyonîst ser axa Libnanê tekez kir ku divê hikûmeta Libnanê dawî li cinayetên zav ên rejîma Siyonîst li welêt bîne. Di 24 sietên borî de, hêzên rejîma Siyonîst zêdetirî 10 binpêkirinên nû yên agirbesê li Libnanê pêk anîne, peymana agirbesê ya bi Berxwedanê û hikûmeta Libnanê re binpê kirine, û bi êrişa ser du trimbêlan li başûr û rojhilatê vî welatî du kes şehîd kirine.