Cotmeh 17, 2025 16:28 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Hizbullahê: Rejîma Siyonîst a dagirker û Amerîkaya zorbêj wê ti carî niekaribin me têk bibin

Şêx Neîm Qasim, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê, tekez kir: Rejîma Siyonîst a dagirker û Amerîkaya zorbêj dê ti carî nekaribin me têk bibin û bê guman em ê bi ser bikevin.

Wî di axaftina xwe de ji bo Tevgera Ciwanên Keşafe ya Îmam Mehdî (ec) tekez kir: Bi piştgiriya we, em ê bi fedakariyeke mezin li hember pirsgirêkan bisekinin, ji bo azadiya Filistîn û Qudsê têbikoşin û xêr û bereketê bînin herêmê û mirovahiyê.

Qasim got: Bi we re, rejîma dagirker a Siyonîst û Amerîkaya zorbêj dê ti carî nekaribin me têk bibin, ji ber ku axa Luibnanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan da ku em bikaribin li welatê xwe, Libnanê, bi awayekî serbixwe, azad û bi serbilindî bijîn, bimînin û jiyana xwe bidomînin.

Serepeyv