Cotmeh 17, 2025 14:46 Asia/Tehran
  • Dewama zincîre êrîşên Rejîma Siyonîst ser başûrê Libnanê

Rejîma Siyonîst careke din êrîşên xwe ser mal û kargehên li başûrê Luibnanê da destpêkirin.

Bi berdewamiya êrîşên xwe, rRejîma Siyonîst careke din çend deverên başûrê Libnanê, di nav de bajarokên Wadî Sîna, Ensar, Mehmûdiye, Cebûr, Şemstar û Binefulê bombebaran kir. Şeva borî, bi dehan êrîşên hewayî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve li başûrê Libnanê hatin kirin ku bi giranî kargehên mal avakirinê û malên libnaniyan hedef girtin. Îro danê sibê hêzên Rejîma Siyonîst taxa Sultane ya bajarê Nebatiyê dan ber bombeyan. Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di êrîşên îro yên Rejîma Siyonîst yên ser başûrê Libnanê de kesek hatiye kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne û di êrîşên duh ên li ser Be`lbekê de jî kesek hatiye kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne. Wezareta Perwerdehiyê ya Libnanê her wiha ragihand ku ji ber şert û mercên ku bona êrîşên rejîma Siyonîst li ser parêzgehên başûr û rojhilatê Libnanê derketine holê, hemû dibistan û navendên perwerdehiyê yên li van deveran dê sibê girtî bin.

Serokomarê Libnanê Cozêf Ewn, tevî şermezarkirina êrîşên dubare yên Rejîma Siyonîst li dijî çend bajar û gundên li başûrê welêt, tekez kir: Ev êrîş beşek ji siyaseteke armanckirî ne ku bi behaneyên derewîn ji bo wêrankirina binesaziyên Libnanê tê meşandin û ev êrîş binpêkirineke eşkere ya biryarnameya 1701`ê û peymana agirbesê ne û pêwîst e civaka navneteweyî li hember van êrîşên Rejîma Siyonîst helwêstekê nîşan bide. Îsmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, êrîşên hewayî yên Rejîma Siyonîst li ser hedefên li başûrê Libnanê wekî binpêkirina eşkere ya yekparçeyiya ax û serweriya neteweyî ya Libnanê nirxand û bi tundî şermezar kir û ev rewş wekî encama bêtevgerbûnî û xemsariya berdewam a garantorên agirbesê - Fransa û Amerîkayê - bi nav kir û berpirsiyariya wan a rasterast di vî warî de bi bîr xist.

Serepeyv