Cotmeh 13, 2025 18:54 Asia/Tehran
  • Trump li Rojhilata Navînê ye

Serokkomarê Amerîkayê hevdem ligel destpêkirina yekemîn qonaxa peymana agirbesa Xezzeyê vê sibê gihêşt Erdên dagirbûyî yên Filistînê.

Donald Trump dema gihêşt erdên dagirkirî yên Filistînê li parlimana Rejîma Siyonîst axivî û ev axiftin çend caran ji ber dijberiya parlimanteran hat qutkirin.Trump di vê axaftinê de, tevî pesndarîya bo kiryarên nemirovane yên Netanyahu di du salên borî di çarçova şer û jînosayda li Xezzeyê de bang li rayedarên Rejîma Siyonîst kir ku Netanyahu efû bikin û dozên dadwriyê dijî wî rawestînin. Trump îro piştî nîvro, bona beşdarbûna di civîna Şerm ul Şêxê ya têkildarî Xezzeyê ku yê bi beşdarbûna rêberên herêmî were lidarxistin, gihêşt Qahireya paytexta Misrê.Hevdem çavkaniyên nûçeyan derbarê teqînek giran li paytexta Misrê agahî dan û ragihandin ku dûkela vê teqînê ji bo demekê beşek ji esmanê Qahireyê dagirt.

Serepeyv