Xwepêşandana berfireh li ber mala Netanyahû û 26 rayedarên siyonîstan
Di duyemîn salvegera Operasyona Bahoza Eqsayê seranserê Erdên Dagirkirî bûye şehedê pêleke mezin a xwepêşandanan li ber mala Serokwezîr û wezîrên kabîneya wî bona ku zext; bînin ser wan ji bo gihîştina li rêkeftinekê ji bo azadkirina girtiyên siyonîst.
Raporên îro yên çavkaniyên nûçeyan ên siyonîstan nerazîbûn û xwepêşandana girseyî ya siyonîstan dijî rayedarên vê rejîma zarokuj di duwemîn salvegera operasyona Bahoza Eqsayê li seranserê deverên dagirkirî nîşan didin.
Li gorî raporên medyaya Siyonîst, nûnerên malbatên girtiyên Siyonîstan bona protestokirina astengiyên ku Nêtanyahû li himber muzakirên agirbesa şerê Xezzeyê û xemsariya wî li himber canê ewladên wan, li ber mala Netanyahu konên xwepêşandanê danîn. Di heman demê de, vê sibê li ber malên wezîrên kabîneya Netanyahu û endamên Knesetê xwepêşandanên berfireh li dijî Netanyahu û kabîneya wî ya şerxwaz bi rê ket.