Neîm Qasim: Libnan li himberî gefên Amerîka û Rejîma Siyonîst radiweste
Şêx Neîm Qasim, bal kişand ser rawestana Libnanê li himberî pirsgirêk û gefên Amerîka û Rejîam Siyonîst û piştgiriya herî zêde ya gelê berxwedêr ê Libnanê ji bo azadî û serxwebûnê û got: Her kesê ku vê helwesta gelê wêrek û sebûr bibîne, dê îmanê bîne ku ew ê di warê rawestana li ber dijminê siyonîst de ser bikevin.
Şêx Neîm Qasim, Sersekreterê Hizbullahê li Libnanê, di hevdîtina bi Elî Larîcanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê re got: Hizbullah ji bo hevkariya bi kesên ku li himber Rejîma Sîyonîst a wek xetera ji bo her kesî sekinîne ra hevkarîyê bike. Wî her wiha got: Îman û baweriya me heye ku serdestiîxwaziya destdirêjkerên siyonîst li hember vê rawestanê dawiyek bi serşorî heye.
Elî Larîcanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî, di vê hevdîtinê de tekez kir ku Îran li gorî rênimûniyên Ayetullah Uzma Elî Xamineyî Rêberê Şoreşa Îslamî, li kêleka Libnanê û Bereya Berxwedanê rawestaye û piştgiriyê dide wê û amade ye ku di hemî astan de piştgiriyê bide vî welatî û berxwedana wî.