Îlon 22, 2025 17:05 Asia/Tehran
  • Rayedarekî Şîe yê libnanê: Heta berxwedan bidome, Libnan têk naçe

Alîkarê serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Şîeyan a Libnanê ragihand ku civaka Libnanê tevê pircûriya etnîkî, eşîrtî û mezhebî, hîna jî civakek yekane û yekgirtî maye.

Şêx Elî Xetîb pêgîrî kir: Divê civaka Libnanê helwêsteke yekgirtî li hember  dijminê destdirêjkar û cinayetkar ê Rejîma Siyonîst bigire ber xwe, ji ber ku ev rejîma desthilatdarî, yekbûn û hebûna me hedef girtiye lê ewladên Berxwedanê bi xweragiriya li hember destdirêjiyên rejîma dagirkir, Libnan parastin, armanc û pîlanên dijmin pûç kirin û pêşiya her serkevtineke wan girtin.

Alîkarê serokê Meclisa Bilind a Îslamî ya Şîeyan a Libnanê got: Hinek li nav Libnanê bi rêya zextanîna ser Berxwedanê û jiçekirina wê bi awayekî hewl didin ya ku dijminê dagirkir nekariye bi dest bixe, pêk bînin. Lê rastî misoger kirin ku Berxwedan ji hêla leşkerî û rewanî ve têk neçûye û hîna jî qahêm e û heta dema ku berxwedan hebe, Libnan têk naçe.

Serepeyv