Îlon 06, 2025 13:09 Asia/Tehran

Civîna hikûmeta Libnanê li Koşka Beibedayê li Beyrûtê jibo dayîna biryara ser bêçekirina Berxwedanê hate lidarxistin û çavkaniyên agahdar derbarê liv û tevgerên bi şik ji bo rûbirûbûna artêş û Hizbullaha Libnanê agahiyan didin.

Çavkaniyên libnanî ragihandin fermandê artêşa Libnanê di vê civînê de rewşa aloz a leşkerî, darayî û locêstîk ya artêşê ji hikûmetê re şirove kir û got îmkana diyarkirina xişteya demê ji bo bêçekirina Berxwedanê tine. Ev civîn di demekê de hate lidarxistin ku piraniya dijminên navxweyî û derveyî yên berxwedanê dixwestin aloziya navxweyî di navbera Hizbullah û artêşê de çêbikin lê ev yek neqewimî.

Çavkaniyên agahdar dibêjin ku tiştê ku di civîna hikûmeta Libnanê de qewimî ev e ku di vê civînê de ti kes ne bi ser ket ne jî dorand û muzakirên navbera Cozêf Ewn, Serokomarê Libnanê û Rodolf Hîkêl, fermandê artêşa vî welatî bûn sedem rêya hikûmetê biguhere bi taybetî piştî axaftinên derbarê îhtîmala îstifaya wezîrên Hizbullah û tevgera Emel ji hikûmetê ketin rojevê .Herwiha, kesên nêzîk bi serokomarê Libnanê, Cozêf Ewn, di vê civînê de jê re gotin ku ti sozên ku Amerîkayê dabûn hikûmeta Libnanê nehatine cihanîn û ev welat ti alîkarî nedaye hikûmeta Libnanê û tenê dorpêça li ser hikûmeta Libnanê girantir kiriye. Vêca hikûmeta Libnanê di vê civînê de nekarî gaveke nû ber bi cihanîna biryara bêçekirina Hizbullahê rake. Pêştir du civîn navbera nûnerên Hizbullahê û fermandê artêşa Lubnanê de hatibûn lidarxistin, ku têde Hizbullahê tekez kir ku ew qet  li dû lawazkirina aştiya navxweyî an jî derxistina pirsgirêkan an pevçûnê bi artêşê re nîne. Ji aliyê din ve, encama rapirsiyeke îstîxbarata navneteweyî nîşan da ku piraniya libnaniyan dijî bêçekirina Hizbullahê ne. Elî Emar, nûnerê Hizbullahê jî bal kişand ser vê yekê ku li gorî peymana NY û destûra bingehîn a Lubnanê, çekên berxwedanê çekên rewa ne û tekez kir: Hikûmeta Newaf Selam rewşa welêt fam nake û em bi pabendbûna xwe bi aştiya navxweyî tu carî çekên xwe radest nakin.

Serepeyv