Rejîma Sîyonîst lê digere bûca cengê zêde bike
Tebax 19, 2025 18:22 Asia/Tehran
Wezareta Darayîyê ya Rejîma Sîyonîst pêşnîyarek raber kirîye ku li gorî wê bûca Wezareta Cengê were zêdekirin u ya wezaretxaneyên din were kêmkirin.
Wezareta Darayîyê ya Rejîma Sîyonîst bi pêşnîyarekê xwest ku 30 milyard Şêkêl li bûca Wezareta Cengê were zêdekirin û bûceya wezaretxaneyên din jî sedî 3.35 were kêmkirin.
Ev pêşnîyara hevgavê amadekarîya artêşa Rejîma Sîyonîst ji bo operasyona dagirkirina şarê Xezzeyê hatîye hilêxistin.
Hêzên artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker bi piştgirîya tank û balafiran, pêşdaçûna ber bi derîyê şarê Xezzeyê ji taxa Sebreyê li başûra vî şarî va destpê kirine.