Hizbullah: Radestkirina çekên berxwedanê tevî berdewamkirina dagirkeriyê nemumkin e
Cîgirê serokê konseya siyasî ya Hizbullahê, tekezî ser pabendbûna vê tevgerê bi stratejiya berevaniyê û rola berxwedanê di parastina ewlehiya neteweyî ya Lubnanê de kir u got ku radestkirina çekên berxwedanê di demekê da ku dagirkerî didome, nayê qebûlkirin.
Mehmûd Qumatî, cîgirê serokê konseya siyasî ya Hizbullaha Lubnanê, got: Şêx Neîm Qasim Serselreterê Hizbullahê derbarê fitneyê de hişyarî da û tekez kir ku biryara radestkirina çekên berxwedanê dê civaka Lubnanê ber bi vê fitneyê ve bikşîne. Wî bal kişand ser vê yekê ku helwestên vê dawiyê yên Sersekreterê Hizbullahê bigef nebûn û got: Wî got ku heke em neçar bibin em amade ne ku şerekî mîna yê li Kerbelayê bikin. Qumatî her wiha got: Berxwedan bereya yekem a berevaniyê li himberî gefên himberî ewlehiya neteweyî ya cîhana ereb e û divê di vê çarçoveyê de were qebûlkirin.Wî got ku em neketine ber pevçûnek navxweyî li Lubnanê.