Tebax 08, 2025 15:06 Asia/Tehran

Biryara kabîna Newaf Selam Serokwezîrê Libnanê ji bo tişta ku ``pawankirina çekan di destê hikûmeta vî welatî da`` hatîye binavkirin, pêrgî dijberîya ciddî bûye û Hizbullahê jî ew kara binpêkirina Peymana Taifê zanî.

Newaf Selam Serokwezîrê Libnanê duh artêşa vî welatî rasipard ku planekê ji bo pawankirina çekan di destê dewletê da heta dawîya îsal amade bike. Ev biryara peyama zelal a hikûmeta Libnanê ya têkildarî bicihanîna plana amerîkî- sîyonîstî ji bo jiçekirina Hizbullahê ye.

Gellek çîn  ûqatên gelê Libnanê şeva buhurî di xwenîşandanekê da bi rakirina ala Hizbullahê bi nîşana piştgirîya ji berxwedanê û neyartîya himber plana hikûmeta Newaf Selam ya jiçekirina Hizbullahê neyartîya xwe nîşan dan.

Ev biryara hikûmeta Libnanê di halekî da ye ku artêşa Libnanê nikare welêt himber destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst biparêze, lê pêkutîyê ser teslîmbûna Hizbullahê dike û hevgavê vê yekê Rejîma Sîyonîst ji dema agirbesa di zivistana buhurî da pêk hat va, zêde ji 1200 carî ew rêkevtinameya agirbesê binpê kirîye.

Hikûmeta Libnanê pêkutîyê dike ku Hizbullah çekan dayne û piştre ji Amerîkayê bixwaze ku pêşîya Israyîlê bigire. Hizbullahê jî di daxûyanîyekê da pêgirî kir ku biryara hikûmeta Libnanê ser xêra berjewendîyên Israyîlê ye û Libnanê bêyî hêza pêşîlêgir himber dijmin dihêle.

Hikûmeta Libnanê di halekî da pêkutîyê ser jiçekirina Hizbullahê li vî welatî dike ku bilî xetera êrişên dubare yên rejîma Israyîlê ser Libnanê, gefa tekfîrîyan jî li vî welatî zêde u tund dibe û bi desthilatdarbûna Colanî li Şamê, rihê tekfîrîyên Libnanê teze bûye ku ev yek peyameke bitaluke ji bo mesîhî û şî`eyan e.

Serok û rêvebirên hikûmeta Libnanê di halekî da hevgavê Amerîakyê û rejîma israyîlê bi hevrêtîya tev Erebistanê Libnanê nuqumî qobîya şerê navxweyî dikin ku binpêkirina Peymana Taifê dikare destpêka demsaleke nû ya şerênxwînavîn li Libnanê wek Bûka Rojhilata Navînê be.   

Serepeyv