Rayedarê Hizbullahê: Her karê rejîma Israyîlê li herêmê dike, li gorî plan û piştgirîya Amerîkayê ye
Endamekî Hizbullaha Lbinanê berxwedan mijara herî pêwîst di rewşa nika da zanî û got ku ji bo girtina pêşîya îzolekirina gel û dewleta Libnanê ya bi destê Rejîma Sîyonîst`` pêwîstî bi berxwedanê`` heye.
Hesen Izzeddîn endamê Fraksyona Wefadarîya Bo Berxwedanê li parlimana Libnanê di merasima birêxistina Navenda Quranê li bajarokê Me`rûbê got: Ya ku Rejîma Sîyonîst a dijmin roja îro dike, ji destdirêjîyê derbas bûye û veguherîye destdirêjîyeke berdewam dijî Libnanê ku carina tund dibe û carina sist dibe û di asta binpêkirina serwerîya Libnanê ya bejayî, hewayî û deryayî dubare dibe.
Vî endamê pillebilind ê Hizbullaha Libnanê herwiha got: Amerîka û Israyîl mijûlê pêkannîa istiratejîyekê ne ku rû û nasnama wan a rastî nîşan dide û Israyîl darekî desta ye ku Amerîka bi saya wî êrişî navçeyê dike. Her karê rejîma Israyîlê li herêmê dike, li gorî plan û piştgirîya Amerîkayê ye. Dema Israyîl têk diçe, Amerîka bi awayekî rasterast piştgirîyê didê û ev yeka bi aşkirayî di destdirêjîya ser Komara Islamî ya Îranê da hat nîşandayîn.