Şehîd û birîndarbûna çend welatîyên libnanî di encama êrişa Rejîma Sîyonîst da
Tîrmeh 25, 2025 17:22 Asia/Tehran
Di encama êrişa Rejîma Sîyonîst ser Libnanê da çend welatîyên libanî şehîd û birîndar bûn.
Çavkanîyên libanî îro ragihandin ku xwofireke Rejîma Sîyonîst bi awayekî nizim li esmanê wî welatî firrîya û li herêma di navbera bajarokê Sefd Betîxê û Bereşîtê da êrişî maşînekê kir ku di encamê da 2 kes birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê jî di daxûyanîyekê da ragihand ku di encama êrişa hewayî ya Rejîma Sîyonîst ser maşînekê li bajarokê Bereşîtê da welatîyekî libnanî şehîd bû.
Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku leşkerên Rejîma Sîyonîst jî ber bi bajarokê Zehîreyê li başarê Sûrê va gulle avêtin ku di encamê da welatîyekî libnanî birîndar bû.