Fraksyona ser bi Hizbullahê: Tel Avîvê pilan ji bo Urdin û Misrê heye
Tîrmeh 21, 2025 13:02 Asia/Tehran
Serokê Fraksyona ser bi Hizullaha Libnanê derheq planên Amerîka û Rejîma Sîyonîst derheq welatên navçeyê hişyarî da.
Hisên Hac Hesen Serokê Fraksyona Parlimanterên Be`elbek a Hermelê ser bi Hizbullaha Libnanê pêgirî kir ku Amerîka û Rejîma Sîyonîst bi dû serdestbûna li navçe, sîyaset, çand, abor û ewlehîya welatên herêmê ne.
Wî herwiha got: Heke kesek fikir dike ku teslîmbûna himber vê projeyê dê ewlehîyê jê ra bîne, di xeyal û wehman da dijî.
Hac Hesen pêgirî kir: Alugurên Sûrîyê û tişta ku ji bo Urdin û Misrê tevî rêkevtinameyên aştîya tev Tel Avîvê hatîye hazirkirin, xeysetê sereke yê Rejîma Sîyonîst nîşan dide. Rejîma Sîyonîst bi dp avakirina navçeyeke navbirr a bêyî çek li başûra Sûrîyê ye.