Tîrmeh 14, 2025 17:06 Asia/Tehran
  • Berteka tund a Hizbullahê himber gefên çavsorane yên şandiyê Amerîkayê dijî Libnanê

Parlimanterekî Hizbullaha Libnanê gefên çavsorane yên şandîyê hikûmeta Trump derbara tevlîkirina Libnanê nav axa Sûrîyê encama firişkê zorbêjî û şeytanî yê Amerîakyê zanî û ji dewleta Libnanê xwest ku helwesteek teqil himber van liv û tevgerên destwerdanane yên amerîkîyan nîşan bide.

Ibrahîm Mûsewî wek berteka himber gotinê çavsorane yên şandîyê Amerîkayê ku gotîye divê Libnan tevlî Sûrîyê were kirin, got: Tişta ku şandîyê Amerîkayê nizane, rastîya Libnanê ye; ew nizane ku Libnan welatek e ku himber gefan teslîm nabe u li ser serwerîya xwe bazarîyê nake.

Vî parlimanterê libnanî pêgirî kir: Libnan welatek e ku axa wî bi xwîna şehîdan hatîye avdayîn ta ku rûmet û serwerîya wî were parastin. Libnan qet himber fermanên Amerîkayê û gefên Rejîma Sîyonîst a dijmin teslîm nabe.

Vî parlimanterê Hizbullahê herwiha got: Em her cara ku daxûyanî yan helwesteke ecêb ku berovajî qirarên herî berayî yên mentiq û isûlên sîyaset û dîplomasîyê ye u ne li gorî rastîyên dîrokî ye, dibihîzin, tam fem dikin ku ji hêla hikûmeta Amerîkayê yan yek j irayedarên wê va hatîye dayîn û nîşandayîn. 

Serepeyv