Sersekreterê Kongira Netewî ya Ereban: Rejîma Sîyonîst himber Îranê têk çû
Tîrmeh 14, 2025 19:10 Asia/Tehran
Sersekreterê Kongira Netewî ya Ereban got: Rejîma Sîyonîst di bidestxistina armancên xwe himber Îranê da têk çû.
Hemdîn Sebahî got ku Îranê ev şera derbas kir û karî yekitîya netewî, hevgirtina gelanî, rêberî û serxwebûna netewî ya xwe biparêze.
Wî herwiha got: Bernameya navokî ya Îranê ku mafekî rewşa l igorî qanûnên navdewletî ye, her çend ku diqewime pêrgî berbend, rexne yan heta rawestanê bibe, lê dikare dubare dest pê bibe.
Sersekreterê Kongira Netewî ya Ereban herwiha got: Ev projeya girêdayîyê pisporî û zanista zanyarên îranî û vîna sîyasî ya dewleta Îranê ye. Îranê bi berxwedan û serketinê, bi rûmet û şanazîyê karîye ji dijminên xwe yanî Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê ra bêje ku Îran dê bimîne.