Êrişên Îranê ser Rejîma Sîyonîst; 175 kes hatin kuştin û birîndarkirin
Medyayên Rejîma Sîyonîst mukur hatin ku di encama pêla yekem a êriên Îranê yên bi mûşekan ser Erdên Dagirbûyî da herîkêm 172 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Berdevkê Nexweşxana Wolfsun a Tel Avîvê raghiand ku bi dû êrişên Îranê yên bi mûşekan ser wî şarî, 21 kes wergirtine.
Rêvebirên Nexweşxana Îxîlofê jî ragihandin ku 52 birîndarên êrişîa Îranê ya bi mûşekan wergirtine.
Li gorî medyayên ibrî, di encama êrişa Îranê ser bajarokê Rîşon Letsîyonê ku ketîye başûra Tel Avîvê da 3 kes hatin kuştin.
Şaredarê Bajarokê Rîşon Letsîyonê jî matmayîna xwe ji ber asta kavilîyên ji ber êrişên Îranê dîyar kir û got ku min heta nika dûhat û kavilkarîyan wiha nedîtibû.
Berdevkê artêşa Rejîma Sîyonîst jî mukur hat ku mertalên berevanîya esmanî yên wê rejîmê nekarîne wan mûşekana tam bişopîne û tenê karîne çend mûşekan pûç bikin.
Medyayên Rejîma Sîyonîst herwiha ragihandin ku di encama êrişên Îranê yên bi mûşekan ser Tel Avîvê da herîkêm 6 avahî tam hatin kavilkirin.
Nûçegîhanê Kanala Al Mayadînê jî pêgirî kir ku mûşekên Îranê ji her du mertalên berevanîya heayî yên Patiryot û Hîtsê derbas bûn û li armancên kivşkirî li Erdên Dagirbûyî ketin.
Ajansa Nûçeyan a Tas`ê jî ragihand:Zêde ji 150 cî ji wan binkeyên hewayî yên hestyar û navçeyên girîng ên bajêr li Israyîlê bûne armanca êrişên Îranê yên bi mûşekan.
Piştî êrişên Îranê ser Rejîma Sîyonîst wek bersivdanê, Yaîr Lapîd serokê opozosyona Rejîma Sîyonîst jî mukur hat ku şevekî dijwar ji bo Israyîlê bû.
Mayk Hakbî balyozê Amerîkayê li Erdên Dagirbûyî jî wek berteka himber êrişên Îranê ên giran ser Tel Avîvê got: Li Israyîlê şeveke dijwar bû û ez neçar mam ku heta sibê 5 caran herim sitargehê.