Şabûna gelê Yemenê ji ber berteka Îranê ya himber rejîma Israyîlê
Hezîran 14, 2025 20:01 Asia/Tehran
Gelê Yemenê îro bi boneya Eyda Xedîrê li Sen`aya paytext cejnek li dar xistin û ji ber bertea xurt a Komara Islamî ya Îranê ya himber êrişên Rejîma Sîyonîst ên vê dawîyê dest bi şabûn û kêfxweşîyê kirin.
Hemûd `Ebad Şaredarê Sen`ayê di vê cejnê da amajeyî vê yekê kir ku yemenî ji ber ku mûşekên Îranê li kûratîya Erdên agirbûyî ketin, kêfxweş in û em ji ber ku mûşekên birayên me yên li Îranê li Rejîma Sîyonîst a dagirker ku kemp, tax û navendên emnî û leşkerî yên wê bûne armanc, cejnê li dar dixin.
Wî herwiha got: Dijminên me yên ku bi rejîma Israyîlê û Amerîkayê ra têkilî hene, piçûk û serşur bûn.