Hezîran 09, 2025 15:54 Asia/Tehran
  • Yemen: Em ê di her rewşekê de piştgiriya ji Filistînê bidomînin

Cîgirê Serokwezîrê Yemenê pêgirî ser domandina piştgiriyên vî welatî ji Filistînê bi her awayî û di her rewşê de kir.

Celal El-Ruweyşan, Cîgirê Serokwezîrê hikûmeta Yemenê ya girêdayî tevgera Ensarullahê, tekez kir ku Cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê û jînosayda li zîvala Xezzeyê bi hevkariya navneteweyî û bi saya bêdengiya welatên ereb didomin.

Wî her wiha: Gelê Yemenê helwestên xwe derheq  piştgiriya ji berxwedana Filistînê  bi her awayî û di her rewşekê de  û di bin her zextekê da didomîne. Operasyonên hêzên çekdar  dijî dagirkerên Siyonîst dê berdewam bin.

El-Ruweyşan destnîşan kir: Gel, rêber û hêzên çekdar ên Yemenê têkoşîn û şerê xwe li himberî destdirêjkerên Siyonîst-Amerîkî didomînin.

Serepeyv