May 08, 2025 13:26 Asia/Tehran
  • Rejîma Sîyonîst êrişî başûra Libnanê kir; Kesek hat şehîdkirin û 8 kes jî hatin birîndarkirin

Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê ragihand ku di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser başûra wî welatî da, kesek hat şehîdkirin û 8 kes jî hatin birîndarkirin.

Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê di daxûyanîyekê da ragihand ku îro di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser hin navçeyên baajrê Nebetîyê li başûra wî welatî da ku haleta herî nû ya binpêkirina agirbesa tev Beyrûtê ye, kesek hat şehîdkirin û 8 ke jî hatin birîndarkirin. 

Medyayên nûçeyan îro ragihandin ku Rejîma Sîyonîst îro êrişî bajarê Nebetîyê li başûra Libnanê kirin. 

Serokwezîrê Libnanê jî wek berteka himber êrişên nû yên sîyonîstan ser wî welatî pêgirî ser pêwîstîya bidawîhanîna destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser başûra wî welatî kir. 

Serepeyv