May 05, 2025 16:27 Asia/Tehran
  • 7 êrişên balafirên cengê yên amerîkî ser parêzgeha El Cewf ya Yemenê

Çavkaniyên yemenî basa êrişên nû yên Amerîkayê ser Yemenê kirin.

Balafirên cengê yên amerîkî îro hin navçeyên li parêzgeha Cewfê dan ber bombeyan û çavkaniyên yemenî jî ragihandin balafirên cengê yên amerîkî heft caran êrişî navçeya El Hezm a li parêzgeha Cewfê kirine.

Amerîka û Îngilîs bona piştgîriya ji Rejîma Siyonîst, êrişên hewayî yên dijî Yemenê destpê kirine û her rojê navçeyên xelktêde û navendên sivîl ên vî welatî dikin hedef.

Tevî van êrişan hêzên çekdar ên Yemenê hîna jî operasiyona piştevaniya ji berxwedan û netewê Filistînê li Zîvala Xezzê didomînin.

Serepeyv