Hizbullah: Bêçekkirina me gotineke vala û pûç e
May 03, 2025 18:08 Asia/Tehran
Yek ji rêberên Hizbullaha Lubnanê tekez kir ku dijmin ji çekên bereya berxwedanê ditirse û mesela bêçekkirina Hizbullahê gotineke pûç û vala ye.
Mehmûd Qematî, Cîgirê Serokê Konseya Siyasî ya Hizbullaha Lubnanê got: Ji ber berxwedana efsanewî û wêrekane li sînoran û her weha parastina qaweta Lubnanê, dijminê siyonîst di xêzkirina Rojhilata Navîn a nû de tûşî têkçûnê bû.
Vî endamê Hizbullahê got:Dijmin hîna jî ji çekên berxwedanê ditirsin û mesela avakirina Lubnanê bi çekan ve girêdidin û ev hemû gotinên vala û pûç in.
Nebîh Bêrrî, serokê parlemana Lubnanê jî gotiye: Çekên me weke karta serketinê ne ku em ê bêyî cihanîna tam a agirbesê û gotûbêja ser çarenivîsa vê çekê dev jê bernedin.