Yemen: Bila Amerîka li benda bersiva cidî ya hêzên çekdar ên Yemenê be
Nîsan 28, 2025 17:07 Asia/Tehran
Cîgirê Serokwezîrê Yemenê ji ber cinayetên hovane yên vê dawiyê li vî welatî gef li Amerîkayê xwar.
Muhemed Miftah,Cîgirê Serokwezîrê Yemenê tekez kir: Amerîkîyê ku biryar bû destdirêjiya ser Xezzeyê rawestîne, tu karek ji bilî xeniqîna li qopiya Yemenê nekir. Wî got ku divê Amerîka li benda bersiva hêzên çekdar û eşîrên Yemenî li hember van cinayetên hovane be.
Miftah tekez kir: Ne Trump û ne jî yên din qet nikarin ji cezayê van cinayetan birevin.
Di encama êrişa îro ya balafirên şer ên Amerîkî ser Senayê nêzîkî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.