Êrişên hewayî yên Amerîkayê ser Yemenê
Nîsan 27, 2025 15:10 Asia/Tehran
Balafirên cengê yên Amerîkayê çend caran hinek ji navçeyan li parêzgehên Sena, Hudeyde, Mareb û Seideyê dan ber bombeyan.
Heşt kesên sivîl ji wan du zarok di encama êrişa ser taxa Benî Harêsê li Senaya paytext da birîndar bûn. Di encama vê êrişê de gelek xisar li malên welatiyan ketin. Balafirên cengê yên amerîkî herwiha taxa Kitafê li parêzgeha Seidê û girava Kemranê û Bendera Reis Îsayê li parêzgeha Hudeydê li rojava Yemenê jî dan ber bombeyan.