Nîsan 26, 2025 18:52 Asia/Tehran
  • Helwesta vebirr a Nebîh Berrî derbarê çekên Hizbullahê/ Çek karta me jibo serketinê ye

Serokê Parlemana Lubnanê got: Çekê berxwedanê karta me jibo serketinê ye û em ê tu carî vê kartê nadanin ser maseya muzakirê. Nebîh Berrî got ku ew pêşwaziya pêşniyara Cozef Ewn Serokkomarê Libnanê dike ji bo gotûbêja bi Hizbullah re, lê girîng e ku em zextê bidin dijminê siyonîst ku xalên peymana agirbesê pêk bîne.

Serokê Parlemana Lubnanê tekez kir: Sîyonîstan ti yek ji sozên xwe yên di peymana agirbestê cih neanîne, ji ber vê yekê divê em qet hemû kartên xwe yên serketinê radest nekin û nedanin ser  maseyê. Wî got ku ji dema ku agirbes li başûrê Lubnanê hatiye ragihandin, Hizbullahê  heta guleyek jî neavêtiye, lê rejîma Îsraîlê bi ti tiştên ku divê bikira pabend nebûye.

Serepeyv