Nîsan 25, 2025 17:10 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Libnanê: Rejîma Sîyonîst bilî zimanê berxwedan û çekê, ti zimanî fem nake

Parlimanterekî Fraksyona Wefadarîya bo Berxwedanê li parlimana Libnanê amajeyî rola Bereya Berxwedanê di têkşikandina Rejîma Sîyonîst da kir û got ku tenha rêya sekinîna himber vî dijminî berxwedan û çek e.

Hisên Ceşî parlimanterê Fraksyona Wefadarîya bo Berxwedanê li parlimana Libnanê amajeyî rola Bereya Berxwedanê di têkşikandina Rejîma Sîyonîst da kir û got: Axa Libnanê bi saya çeka Bereya Berxwedanê hat azadkirin û dijmin bi wê çekê hat têkşikandin û ew çeka ji sala 1982yê va heta nika amade ye.Rejîma Sîyonîst wek dijmin tenê zimanê çek û berxwedanê fem dike. 

Hisên Ceşî herwiha got: Kesên ku çavlirêyê radestkirina çekên Bereya Berxwedanê ne, divê bizanibin ku Bereya Berxwedanê û çeka wê baştirîn û guncavtirîn bijare ji bo sekinîna hibmer dijmin û pûçkirina plana dijmin a dagirkirina axa Libnanê ye. 

Serepeyv