Amadetiya tam a Hizbullahê bo pêşdebirin û hêsankirina proseya çaksaziyan li Lubnanê
Yek ji endamên Hevbendiya Emekdariya bi Berxwedana Lubnanê got: Hizbullah amadetirîn koma di nav hêzên siyasî de ji bo hevkariya di pêşveçûn û hêsankirina proseya çaksaziyan li vî welatî de ye.
Elî Feyaz got: Tiştê ku niha Lubnanê dixe metirsiyê, serayî mijara çekên berxwedanê ev plan in ku ji aliyê hêzên biyanî ve jibo avedankirina vî welatî di warê siyasî, çandî û civakî ser wê haiye sepandin.Vî parlamenterê Libnanê got me niha ji her demê zêdetir pêwîstî bi vegera penaberên Sûriyê bo malên xwe heye. Tevî aramiya rewşa Sûriyê, nêzîkî du milyon penaberên Sûriyê li Libnanê mane.Elî Feyaz got: Rejîma Israîlê divê ji hemû axa Lubnanê derkeve û rêzê li serweriya Lubnanê bigire û pabendî biryarnama 1701 be û hemû hêzên siyasî yên Lubnanê bi micidî mijara avedankirina welêt bişopînin.