Nîsan 01, 2025 18:39 Asia/Tehran

Serokomarê Libnanê got: Destdirêjîya ji derve ya ser serwerîya welatê me divê were sekinandin.

Cozef Ewn wek berteka himber destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ser başûra Beyrûtê got: Ji ber berdewambûna destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Libnanê, hewla dostên me û seferberkirina alîkarîyan di çaçrova berevanîya ji serwerî û yekperçetîya axa welêt pêwîst in.

Serokomarê Libnanê herwiha got: Êrişa îro ya ser başûra paytexta welêt hişyarkirinek derbara armanc û nîyetên bikîn ên himber Libnanê da ye.

Endamekî Fraksyona Wefadarîya Bo Berxwedanê li parlimana Libnanê jî got: Bila hikûmet himber destdirêjî û cinayetên Rejîma Sîyonîst, tenê daxûyanîyê nede.

Ibrahîm Mûsewî herwiha got: Destdirêjîya ser Libnanê û kuştina sivîlan ne ya qebûlkirinê ye û heta idiaya Rejîma Sîyonîst derheq hebûna têkoşerekî di nav avahîyekê da, vê destdirêjîyê rewa nake. Wî herwiha got: Civaka cîhanî erkdar e ku bi pêngavên demlidest pêşîya destdirêjîyên berdewam ser axa Libnanê û kuştina bêgunehan bigire.

Rejîma Sîyonîst berbanga îro avahîyek li başûra Beyrûtê da ber bombeyan ku di encamê da 3 kes hatin şehîdkirin û 7 kes jî hatin birîndarkirin.

Artêşa Rejîma Sîyonîst idia kirîye ku di êrişa ser Zahîyeya başûra Beyrûtê da, Hesen Elî Mehmûd Bedir Berpirsê Dosîya Filistînê yê Hizbullahê teror kirîye.

Berî vîya jî artêşa Rejîma Sîyonîst roja şemîyê dest bi pêleke êrişên berfire ser Libnanê kir û di çarçova wê da êrişî Zahîyeya Beyrûtê kir. 

Serepeyv