Yemenê xwofirra şanzdan a pêşketî ya amerîkî jorda xist
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê got ku xwofirreke pêşketî ya amerîkî li esmanê wî welatî hat jordaxistin.
Generalê Duyem Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê îro ragihand ku artêşa Yemenê himber êrişên destdirêjkerane yên Amerîkayê yên ser vî welatî ku di çend saetên vê dawîyê da bûne sedema şehîd û birîndarkirina hejmareke welatîyan û zîyan li mal û milkê welatîyan bikeve, bersiv daye.
Yehya Serî herwiha ragihand ku Mertala Berevanîya Esmanî ya Artêşa Yemenê xwofirreke pêşketî ya amerîkî ji cura MQ-9ê ku mijûlê karê dijminane li esmanê parêzgeha Marebê bû, bi mûşeka ku xwe çêkirîye, jorda xist.
Li gorî vê daxûyanîyê, ev, xwofirra 16an a amerîkî ye ku ji dema operasyona Fetha Mewûd û Cihada Pîroz va di çarçova piştgirîya ji Xezzeyê, tê jordaxsitin.